26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çarekirina pirsa kurd dê aloziyên rojihelata navîn jî çare bike

Çavkanî: KDP.info

Li bajêrê Îstenbul konfranseka li jêr navê aştiya rojihelata navîn û pirsa kurdî hate sazkirin û pişkdarên konfransê dane xweyakirin ku rola kurdan di aştiya rojihelata navîn da roleka diyarikere û aştî girêdayî çarekirina pirsa kurdî ye li Turkiya, Îran û Sûriyê de.


Parêzer Eren Kesikîn seroka saziya mafê mirovî li Îstenbulê di daxûyaniyekî de taybet bo rojnama Evro diyarkir ku bi destpêşxeriya wan û zankoya bogazîçî konfiranis hatî ye sazkirin û got: (armanca me ya sazkirina vê konfransê peydakirina çareyeka siyasî ye bo pirsa kurdî û dirûstbuna aştiyeka giştî li rojihelata navîn bû û di konfransê da bisporên siyasetê û zanayên ekadîmî û mamostayên zankoyên mezinên Turkiya û nûnerên saziyên sivîl pişkdariyê kirin û bi rastî jî kesên zana û ekadîmî dişên çareyên rasteqîne bo pirsgirêkên rojihelata navîn peyda bikin).


Seroka saziya mafê mirovî ya liqê Îstenbulê her wesa ew yek jî diyarkir ku li Turkiya bi tenê yek rê maye nehatî ye ceribandin ku ew jî rêya danustandin û siyasî ye û got: (şerê 30 salî bo me da xweyakirin ku şer û Dijwarî pirsa kurd çare naket û Turkiya ziyaneka mezin ji rewşa şerî dibîne û daxwazên kurdan jî daxwazyên herî rewa û mirovîne û xweserî (otonomî) ya dîmokiratîk bo kurdan çareya herî guncayî ye).


Nazan Ustundax mamostaya zankoya Bogazîçî jî di axivtina xwe de diyarkir ew rêya sêyem ya ku kurdan li sûriyê birêve birin bûye egerê serekî di serkevtina kurdan da û got: (kurd di alozyên sûriyê da nekevtine yariyên rijîmê û opozisiyonê û hêzên derekî û rêya xwe ya taybet helbijartin ji ber wê çendê jî niha bajêrên xwe birêve diben û herêmeka otonomî dirust kirîne.


Rojnamevan Fehîm taştekîn jî di axivtina xwe de ragehand ku çarekirina pirsa kurdî li Turkiya û îranê dê alozyên li rojhelata navîn jî ber bi çareseriyê ve bibet û got: (demê ez temaşeyê kurdên sûriyê dikem ez dibînim kurdan bi xeta xwe serbixwe ya dûr ji opozisiyonê û rijêmê şiyane stiratîjiyeka taybet ava bikin û azadiya kurdan li Sûriyê dê bi xwe ra çarekirina pirsa kurdî li parçeyên dî jî bihêne ku ew yek dihête ramana çarekirina alozyên li rojhelata navîn

Nûçeyên têkildar