25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Neteweyên Yekgirtî: Referanduma Kurdistanê mijareke navxweyî ye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Netewên Yekgirtî (NY) mijara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê weke pirsgirêkeke navxweyî yê Iraqê dibîne û dibêje, divê Hewlêr û Bexdayê di nav xwe de vê yekê çareser bikin.

Cîgirê Berdevkê NY Ferhan Heq ji Rûdawê re got; “Hikûmeta federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi hevre li ser pirsa referanduma Kurdistanê biryara xwe bidin.”

Derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî Ferhan Heq diyar kir, ev yek jî bi Hewlêr û Bexdayê ve pêwendîdar e.

Ferhan Heq daxuyand; “Ez bêjim di vê mijarê de Neteweyên Yekgirtî aliyekî nagire. Em daxwaza gotûbêjan dikin.”

Derbarê mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de dîplomatkarekî asta bilid a Wezareta Derve ya Brîtanyayê ji Rûdawê re ragihand, ku ew vê mijarê ji bo Bexda û Hewlêrê dihêlin û divê bi diyalog were çareserkirin. Ev yek di heman demê de helwesta Amerîka û Fransayê ye jî.

 
 
 

Nûçeyên têkildar