25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rêberê Tevgera Îslamî: Nabe ji ber parlamento referandum paş bikeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanda hevbeş a PDK û YNKê ligel Tevgera Îslamî ya Kurdistanê civiya û piştî civînê, Endamê polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şaweys ragihand ku civîna wan erênî bû. Rêberê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdulezîz ragihand ku nabe ji ber rawestandina Parlamentoya Kurdistanê, referandum bê paşxistin.

Endamê şanda hevbeş a PDK û YNKê Dr. Roj Nûrî Şaweys ku serdana Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir û piştî hevdîtinê kongireyeke rojnamevanî lidarxistin û ragihand: ‘’Asayî kirina rewşa Kurdistanê û referandomê du karên giringin ku peyvendiya wan bi îro û paşeroja gelême ve heye, lê di civîna her du polîtburoyan de referandom wek karê pêşekî û di rêza yekem de hate pênase kirin, ji ber îro rewşek derketiye pêş ku ew derfet bo me ava bûye, dibe bi vî awayî nemîne, eger ev jî ji dest biçe derfetek ji dest me diçe ku gelek tişteke giringe. Û divê rêzbendiya yekem de kar bo referandomê bê kirin.’’

Dr. Roj amaje bi vê yekê jî kir referandom bixwe yasayî û rewa ye û mafê gelekê ye ku bê zanîn nêrîna wî gelî çiye? li gelek cîha ev yek hatiye dîtin û ew gelên ku rêya serfirazî û serxwebûnê dana pêş xwe, referandom pêkanîne. Herwaha got: ‘’Babeta rêkxistina nav mala kurd û çareser kirina pirsgirêkên navxwe jî pêwîstî pê heye ku ev yek bê kirin, tenê yek çareseriya pirsgirêkan jî tineye, gelek rê hene ku em bikarin çareseriya pirsgirêkan pêkbînin.’’

Derbarê helwêsta Amerîkayê li ser piştevaniya referandomê jî, wî endamê şanda hevbeş a PDKê û YNKê ragehand: ‘’Em divê dîplomasiya navnetewî di pirsa gelan û rizgariya miletan cuda bikin, miletek ku mazlûm e û dest dide çek, her kesek maf dide wî ku berevaniyê li xwe bike, lê bi aşkerayî berevaniyê li wî nake, Amerîka bixwe dizane çi radigehîne û çi ranagehîne.’’

Dawiye axaftina xwe de jî behsa destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê kir û ragehand: ‘’Ew destpêşxeriya ku pêşxist di cîhê xwe de bû û serok Barzanî girêdayiye bi destpêşxeriya xwe û amadeye hemû partî bicivin û çareseriya pirsgirêkan pêkbînin, ew jî li çareseriyê raziye.’’

Her di vê civîna çapemeniyê de rêberê Tevgera îslamî Îrfan Ebdulezîz civîn wek civînên pir giring pênase kir û amaje bi vê yekê kir ku civîn bi encamder bûye. Herwaha got: ‘’Referandom peyvendiya xwe tenê bi partiyan ve nîne, naha şerê dijî DAIŞê ber bi dawiyê ve diçe, ji ber vê pirsa referandomê pir giringe û nabe ji ber çalak nebûna parlamentoyê em rawestin an jî referandomê bidin paş. Li gor me di demeke herî zû de referandom bê kirin, ku dibe çekek dîplomasî yê pir giring.’’

Piştî civîna roja 2ê nîsana 2017ê şandeke hevbeş a YNKê û PDKê pêkhat û heta naha zincîreyek serdan li gel Yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê, Komela îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komînîst a Kurdistanê û Tevgera îslamî ya Kurdistanê pêkanîn. Tevgera Gorran jî daxuyaniyek belav kir û ragehand, pêwîste parlamento biryar bide û pêwîstî bi civîn û hevdîtinên partiyan tineye.

Nûçeyên têkildar