Serok Barzanî: Emê ji bo garantîkirina paşeroja Xristiyanan alîkar bin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şanda Serokên Tayîfe Mesîhiyên Iraq û Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku Herêma Kurdistanê dê ji bo ku paşeroja Xristiyanan garentî be û koçber vegerin ser navçeyên xwe, alîkar be.
Roja pênçşem 06.04.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Serokên Tayîfe Mesîhiyên Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir li palpiştîkirina mesîhiyan di demên teng de û rûbirûbûna wan gefên man û nemana mesîhiyan kiribûn armanc. Herwiha jibilî serxweşî li kesukarê şehîdên Pêşmerge pêzanînên xwe ji bo qehremaniya Pêşmerge hebû û li şerê dijî terorîstên DAIŞê de pîrozbahiya serkeftinê jî li Serok Barzanî kirin.
Her di vê civînê de şanda Serokên Tayîfe Mesîhiyên Iraq û Kurdistanê gumana xwe ya di derbarê paşaroja navçeyên azadkiriyan û pêşhatên dawî ya meydaniyan kirin û her wiha qonaxa piştî DAIŞê bi Serok Barzanî ragihandin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê qonaxa piştî Da'îş xisterû û ji bilî balkişandina bi serhildana DAIŞê û êrîşa terorîstan ya li ser pêkhatên neteweyî û olî de wê yekê dûpatkir ku hîç demek li gel ewe nebûye ku xuşk û birayên Mesîhî welatê xwe bi cîh bihêlin û her di destpêka şerê DAIŞê bi wan ragihandiye ku yan bi pêkve bi azadî dijîn yan pêkve bi serbilindî dimrin.
Herwiha balkişand li ser wê yekê ku rewşa aloza qonaxa piştî DAIŞê û ragihand ku Herêma Kurdistanê amadeye li hemû rewşek da yarmetiya xuşk û birayên Mesîhiyan bide bo ku paşaroja wan mîsoger bibe û bi dilniyayiyê ve vegerin navçeyên xwe. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîst e nîştecihên navçeyên azadkirî biryara xwe ya dawî li ser paşaroja xwe bidin û bikarin xwe biparêzin û birêve bibin û di derbarê vê babetê de şîret û rênimayiyên pêwîst xisterû.




