Fazil Mîranî: Emê pêşniyara Ebadî bighînin Serok Barzanî..Referandum îsal e

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê û endamê şadana Kurdistanê bo Bexdayê Fazil Mîranî dibêje, me ji Bexdayê re got ku emê îsal referandumê bikin û derbarê wê yekê de jî Serokwezîrê Iraqê pêşniyarek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandiye.
Fazil Mîranî naveroka civînên xwe ligel Bexdayê eşkere kir û ragihand: “Me ji dostên xwe yên Iraqê re got ku emê îsal referandumê bikin, lê ew referandum di cih de nayê wateya serxwebûnê.”
Derbarê redkirina Tevgera Goran ji civîna ligel şanda hevbeş a PDK û YNKê, Mîranî wiha got: “Bi hêvî bûn ku Goran serdana wê şanda me red nekirba, ji ber ku em naxwazin bê Goran referandumê bikin, lê em û YNKê dikarin wê yekê bikin.”




