Serok Wezîr Barzanî Tekez li Ser Çalaktir Kirina Bazirganîya Sînoran Dike

Evro li Hewlêrê bi serokatiya Serok wezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civata abûrî ya Kurdistanê civîneke de ya xwe lidar xist û tê de çendîn projeyên curbicur di warê pîşesazî, çandin û Torîzmê de hatin nirxandin.
Di berdewamiya vê civîna han de damezrandina Bajarokên pîşesazî li nêzî xalên Sînurî de û herwiha damezrandina konseyek bo birêvebirina wan Bajarokên han hatin nîqaşkirin û pişt re jî civat ev projeyên han pesend kir.
Di derbarê meseleya girîngî dan bi warê pîşesazî de jî Serok wezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, dibe girîngî bi xwendina pîşeyî were dayîn û dibe ev yek bibe bernameyeke steratejîk ya Hikûmeta Kurdistanê.
Herwiha bi mebesta agehdarbûn ji rewşa Bajarokên pîşesazî û fêde wergirtin ji ezmûna wan welatan di warê damezrandina Bajarokên pîşesazî de heyetek ji Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Wezîrê pîşesazî û Parêzgarên Kurdistanê serdana Bajarê Bûrsa ya li Tirkiyeyê bike.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa projeyên ajeldarî û berfiretir kirina projeyên di vê warî de biryar hate dayîn daku, di warê ajeldarî û bihêztir kirina ev kerta han çendîn proje werin pêşkêşkirin daku, di vê warî de Kurdistan bikaribe pêdeviyên xwe di nava xwe de dabîn bike.
Mijara Torîzmê jî babeteke din ya vê civîna han de bû di vê civîna han de tekez li ser pêşkêş kirina her cure asankarî bo cîhbicîh kirina projeyên Torîzmê hate kirin.




