25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê Dihokê: Koçberên Şingalê ji ber PKKê venagerin

Çavkanî: KDP.info

 

Zaxo-KDP.info- Parêzgarê Dihokê Ferhad Etrûşî dibêje, sedema sereke ji venegeryana koçberên Şingalê bo ser mal û warê xwe, hebûna çekdarên PKKê ye li navçeya wan, ku ew koçber ji tirsa PKKê venagerin.

Ferhad Etrûşî di çarçoveya vekirina çend pirojeyan li Zaxo, ragihand: “Yek ji venegeriyana koçberên Şingalê hebûna çekdarên PKKê ye li navçeya wan û eger ne ji wan çekdaran ba, bêguman dê hejmareke berçav ji koçberan vegeriyabana xwe mal û warê xwe. Ez bi awayekî rastir bêjim, PKK rêgir e li vegera xelkê Şingalê û koçberên Êzdî, ku ji tirsa çekdarên wê newêrin vegerin. Herwiha sedemeke din jî heye ku nebûna xizmetguzariyên jiyanê ne li Şingalê.”

Nûçeyên têkildar