26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Ceifer: PDK û YNKê dê bi hevre vê qonaxê derbas bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya YNKê Şêx Ceifer ragihand ku Herêma Kurdistanê biryara xwe daye û jê poşman nabe. Herwiha tekez dike ku herdu partiyên PDK û YNK dê bi hevre vê qonaxê derbas bikin.

Şêx Ceifer ji malpera KDP.info re ragihand: “Pirsa referandumê pirseke girîng e û bi cidî kar li ser tê kirin. PDK û YNK û wek 1 tîm ligel partiyên siyasî kar dikin ji bo ku ev pirs bê yekalîkirin û em nêrîna xelkê Kurdistanê pêş hemû cîhanê bidin. Nabe careke din em vegerin bin destê Bexdayê û Kurdistan niha biryara xwe dide.”

Wî endamê Polîtburoa YNKê wiha got: “Em xwedî ezmûnekî tal in ligel Bexdayê. Piştî rûxandina rêjîma Sedam em bi hemû hêza xwe ligel Iraqeke nû û demokrat û federal bûn, lê Bexda hete niha jî ji wê yekê re nehazir e, lewma jî pir zehmet e ku em bikaribin wê eqliyeta Bexdayê bugherin, ji ber vê yekê jî emê di demeke nêzîk de referandumê bikin û biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Şêx Ceifer wiha got: “PDK û YNKê berpirsyaretiyeke dîrokî li ser milê wan e û divê pêkve û bi hevbeşî kar bikin ji bo derbaskirina vê qonaxê bi awayekî serkeftî, ji ber ku niha hemû dunya piştevaniyê li Hêzên Pêşmerge û qehremaniya Pêşmerge dinere û vê yekê ji bandor li ser biryara navdewletî kiriye ku ew ligel mafê gelê Kurdistanê bin.”

Nûçeyên têkildar