PKK berdewam e li ser kolandina tonêlan li Başûrê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêza Pasevanên Sînor a Herêma Kurdistanê dibêje, çekdarên PKKê berdewam in li ser kolandina tonêlan li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, ku beşek ji wan tonêlan bombe kirine.
Eqîd Dilêr Zêbarî Fermandarê Hêza 1 ya Pasevanên Sînor, ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Dihokê berdewam in li ser kolandina tonêlan û heta niha hejmarek ji wan tonêlan eşkere bûne û beşek jî hatine teqandin, ji ber ku bombe û teqemenî xistibûn wan tonêlan de û bi vê yekê metirsî li ser jiyana welatiyan hebû.”
Zêbarî wiha got: “Heta niha em nizanin ku mebesta PKKê ji kolandina wan tonêlan çi ye. Herwiha jibilî ku PKK rê nade xelkê wan gundên sînorî, niha metirsiyeke mezin di nava wan de belav kiriye, ku xelk ditirsin ew bombe bi wan de biteqin.”




