26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan vekir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, 12emîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê dest bi karên xwe kir.

Îro li Hola Pêşangehên Navdewletî ya Parka Samî Ebdurehman, 12emîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê Firyad Rewandûzî, Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê Piştîvan Sadiq, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Berpirsê Dezgeha Meda Fexrî Kerîm beşdarê vekirina pêşangehê bûn.

Pêşangeha vê carê ya pirtûkan, bi beşdariya 310 weşanxaneyên ji 18 welatên cîhanê ve tê vekirin.

Di pêşangehê de nêzîkî 700 hezar navnîşanên kitêban dikevin ber destê xwendevan û serdankeran.

Herwiha ji bilî nimayişkirina kitêban, di vê pêşangehê de çendîn cur çalakiyên rewşenbîrî û panêl dê birêve biçin.
 

Nûçeyên têkildar