26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Wezîr û Konsûlê Amerîka yê li Sûrîyê Civiyan

Çavkanî: KDP.info

Îro Serok wezîrê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Sûriyayê û konsûlêê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.

Serok wezîrê herêma Kurdistanê li koşka serokatîya encûmena wezîran li Hewlêrê pêşwazîya balyozê Amerîka yê li Dîmeşqê û konsûlê Amerîka yê li Hewlêrê û şandeya pê re kir. Di hevdîtinekê de rewşa deverê bi giştî û ya Sûriyayê bi taybetî hate nirxandin.

Di evê derbarê de her du alî dilgiraniya xwe a li hember rewşa aloz ya Sûriyayê û ev bûyerên ku, rojane dibin sedema xwîn rêjandin û kuştina xelkên medenî diyar kirin û tekez li ser dîtina çareseriyeke mayende bo nehêştina wan aloziyan û dawî anîn bi rewşa han kirin.

Nûçeyên têkildar