Şanda Komeleya Kurdên Rûsya serdana mezarê nemiran kir

Barzan-KDP.info- Şanda Komeleya Yekbûn a Kurdên Rûsya serdana mezarê nemiran li devera Barzan kir.
Îro danê nîvro, şanda Komeleya Yekbûn a Kurdên Rûsya ku ev demek e li Başûrê Kurdistanê ye, serdana mezarê Barzaniyê Nemir û Idrîs Barzanî kir û ji aliyê Nûnerê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Wê şandê gul bi xwe re anîbûn û behsa ked û xebata Barzaniyê nemir û Idrîdê her sax kirin.
Di heman rojê de, şandek ji Zanîngeha Amerîkî li Silêmanî serdana mezarê nemiran li Barzan kir û ji aliyê Xelat Barzanî Nûnerê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Wê şandê jî taceke gulan li ser mezarê nemiran danîn û behsa xebat û têkoşîna Barzaniyê Nemir û Idrîsê her sax kirin.




