Pisporekî pêwendiyên navdewletî: Niha baştirîn dem e ji referandum û serxwebûnê re

Dihok-KDP.info- Pisporekî pêwendiyên navdewletî dibêje, guhertinên mezin li navçeyê çêdibin û divê serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê vê derfetê bi dest bixe û niha baştirîn dem e ji referandum û serxwebûna Kurdistanê re.
Dr. Newzad Hêtutî ku pisporekî pêwendiyên navdewletî ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev aloziya ku Ereban li Parlamentoya Iraqê li hemberî bilindkirina ala Kurdistanê li Kekûkê çêkirin, derfetekî baş bû ji bo ku Kurd zanibin dê Bexdaya piştî DAIŞê heman Bexdaya berî DAIŞê be û mafên Kurdistanê nade. Pêwîst e Kurd zû referandumê bikin.”
Hêtutî wiha got: “Niha baştirîn dem û derfet e ji bo lidarxistina referandumê û rewş baş e ku Kurdistan serxwebûna xwe rabighîne. Bawer nakim ne Bexda û ne jî Tehran û Enqere ti pirsgirêkan ji Kurdistanê re derxînin. Herwiha li ser asta navdewletî jî Amerîka dijayetiya serxwebûna Kurdistanê nake û Yekîtiya Ewropa jî dê serxwebûna me qebûl bike.”




