Berdevkê PDKê: Me û YNKê biryar da îsal referandum bê kirin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê ragihand, di civîna îro ya navbera PDKê û YNKê de biryar hat dayîn, ku îsal referandum were pêkanîn.
Polîtboruyên her du partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civiyan.
Di dawiya civînê de, her du partiyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Berdevk û Endamê Polîtboruya PDKê Mehmûd Mihemed derbarê civîna îro ya navbera PDKê û YNKê de ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro ya PDKê û YNKê de biryar hat dayîn ku îsal referandu were sazkirin.”
Mehmûd Mihemed got: “Bo vê mebestê bi Bexdayê û welatên cîran re dest bi gotûbêjan bikin.”
Mihemed tekez kir: “Herwiha sibe suşemî 3ê Nîsana 2017ê şanda hevbeş a PDKê û YNKê serdana aliyan dikin.”
Wî berpirsê PDKyî da xuyakirin, vê heftiyê dê şandeke hevbeş biçe Bexdayê jî û dê bi berpirsên Iraqê re li ser mijara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û bertekên piştî vê biryarê gotûbêj werin kirin.




