26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê Kerkûkê: Ala Kurdistanê nayê xwarê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Kerkûkê bersiv da biryara Parlamentoya Iraqê û ragihand; “Ji aliyê destûrî ve mafê me heye û Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bersiv da pirsên rojnamevanan ên derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya li ser bilindkirina Ala Kurdistanê.

Kerîm got; “Ji aliyê destûrî ve bilidkirina Ala Kurdistanê bi biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye û yasayî ye. Lewma eger di dadgeheke dadperwerane de ev pirsgirêk weke yekalîkirin, dadgeh maf dide me.”

Necmedîn Kerîm tekez kir, ku ew dê Ala Kurdistanê li Kekrûkê danexin û parlamenterên kurd jî dê li Bexdayê li ser vê mijarê karên xwe yên yasayî bikin.

Encûmena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kuridstanê were bilindkirin.
 

Nûçeyên têkildar