Du Kurd xwe bo helbijartinên Elmaniya berbijar dikin

Li herêma Saksoniya jêrîn helbijartinên perlemanê dêhite encamdan û jina Kurd ya siyasetmedar Gulten Kel Oglo û Yelmaz Kaba ji aliyê parta Çep ya Elmaniya ve hatine berbijarkirin û hemû sazî û komeleyên Kurdî li wê herêmê ragehandin ku ewê di helbijartinên li roja 20/1/2013 piştivaniyeka bi hêz bidene berbijêrên Kurdan û hêz û yekgirtina revenda Kurd nîşan bidin.
Di vê derbarê de Gulten Kel Oglo bo Evro ragehand ku eve 50 salin hejmareka zêde revenda Kurd li Elmaniya dijîn, lê heta niha hikûmeta Elmaniya gelê Kurd wek pişkek ji neteweya Ereb, Turik û Farisan qebûl dekin û bi rengekî fermî nasnameya Kurd qebûl nekirîne û got: " Armanca me ya serekî eweye ku em mafên neteweya Kurd bidine nasandin û bo cîhanê aşkere bikin ku em Kurdin û Kurdistanî ne."
Herdû berbijêrên Kurd bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ne û eve demeke dirêje di nav Partiya Çep ya Elmaniya de siyasetê dikin û bo mafên revenda Kurd xizmetên gelek mezin encam dane




