25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerên ENKSê xwe ji civînên Cinêfê vekişandin

Çavkanî: KDP.info

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê dibêje, opozisyona Sûriyê li mafê Kurdan mikur nayê, lewma jî xwe ji nûnerên ENKSê biryar dane ku êdî tevlî civînên Cinêfê nebin.

Endamê ENKSê Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Me pirojeyek pêşkêşî opozisyonê kiribû ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, lê heta niha danûstandin li ser nehatibû kirin, lê me biryar da ku niha wê pirojeyê bipejirînin da ku mafê Kurdan di paşeroja Sûriyê cih bigire, lê opozisyon wê pirojeyê red dike, lewma jî me biryar daye ku beşdariya xwe di civînên Cinêfê de rawestînin, lê emê li Cinêfê bimînin.”
Azîzî wiha got: “Me di pirojeya xwe de daxwaz kiriye ku li Rojavayê Kurdistanê fedralî hebe û herwiha wek kêmnetewe li Kurdan neyê nerîn, lê ew van mafên me qebûl nakin. Emê berdewam bin li ser xebata xwe ji bo bi destxistina mafê Kurdan.”
 

Nûçeyên têkildar