PDK: Divê têkeliyên Başûr û Kurdên Rûsya bihêz bin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê Mehmûd Mihemed di hevdîtinekê de ligel şanda Komeleya Yekbûnê ya Kurdan li bajarê Sant Pîtrsburgê, ragihand ku pêwîst e pêwendî û têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kurdên Rûsya de berdewam û qayimtir bin.
Îro 30-3-2017, Mehmûd Mihemed li Hewlêrê pêşwazî li şanda Komeleya Yekbûnê ya Kurdan li bajarê Sant Pîtrsburg ê Rûsyayê.
Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan jibilî diyarkirina kêfxweşiya xwe bi serdana Başûrê Kurdistanê, serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê bilind nirxandin û hêviya pêşkeftinê di hemû waran de ji Kurdistanê re xwestin.
Ji aliyê xwe ve, Mehmûd Mihemed di serî de kêfxweşiya xwe bi vê serdana şanda mêvan bo Başûrê Kurdistanê diyar kir û behsa qonaxa niha ya siyasî û çandî û medyayî ji şanda mêvan re kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê pêwendî û têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kurdên Rûsya de berdewam û qayimtir bin û ji bo vê yekê jî hemû piştgiriya xwe nîşan da.
Hêjayî gotinê ye ku ev 3 roj in şanda Komeleya Yekbûnê ya Kurdan li bajarê Sant Pîtrsburg li Başûrê Kurdistanê ye û hejmareke hevdîtin ligel berpirsên Herêma Kurdistanê lidar xistin.




