Îsal dê referandom li Kurdistanê bê kirin û UN jî dê serpereştiya wê bike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê polîtburoya PDKê, amaje bi vê yekê dike ku îsal dê referandom li Herêma Kurdistanê bê kirin û NY (Netewên Yekbûyî) jî serpereştiya wê bike.
Îro 30.03.2017ê endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji ajansa BasNewsê re ragihand: ‘’Îsal referandom li Herêma Kurdistanê dê bê kirin û gelê Kurdistanê bi vê rêyê ve biryara xwe dê bide.’’
Herwaha got, giring e gelê Kurdistanê di vê dem û qonaxê de biryara xwe ya dîrokî bide.
Ji aliyê din ve şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryar e îsal referandom li Herêma Kurdistanê birêve biçe, encamê wê jî dibe babeteke fermî ku daxwaz û niyetên gelê Kurdistanê yên bo paşeroja xwe ew e, ji ber vê jî bo vê referandomê em daxwazê ji rêxistinên cîhanî û NYê dikin ku serpereştiya wê bikin.’’




