25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Sekreterê UN qonaxa biştî DAIŞê gotûbêj dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres dê îro serdana paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bike û dê ligel Serok Barzanî pilana siyasî ya piştî DAIŞ li Mûsilê gotûbêj bike.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres li Bexdayê ye û biryar e Gutteres serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê mijara koçberan gotûbêj bike.

Sekreterê UN li Bexdayê ragihand ku ew ji bo pirsa koçberên Mûsilê hatiye Iraqê û divê canê welatiyên Mûsilê bê parastin.

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, Sekreterê UN dê ligel Serok Barzanî pirsa koçberan û pilana siyasî ya Mûsilê li piştî DAIŞê, herwiha çawaniya cîbicîkirina asayiş û aramiyê li parêzgeha Mûsilê. Herwiha dê behsa çawaniya îdarekirina parêzgeha Mûsilê jî bikin.
 

Nûçeyên têkildar