Qayimeqamê Şingalê: Kerkûk û Şingal vedigerin ser Herêma Kurdistanê

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê pêngaveke pir baş e û biryareke wêrek bû. Herwiha tekez dike li ser vegera Şingal û Kerkûk bo ser Herêma Kurdistanê.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek îdareya Şingalê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xelkê tevahiya Kurdistanê bi giştî û xelkê Kerkûkê bi taybetî dikin, ew jî bi boneya bilindkirina ala rengîn li ser Kerkûkê bi awayekî fermî. Ev yek jî tê wê wateyê ku Kerkûk û Şingal her Kurdistanî ne û îradeya xelkê wan ji her tiştî bilindtir e.”
Xelîl wiha got: “Her ciheke ku Pêşmerge wir biparêz e, ew der Kurdistanî ye û li gorî destûra Iraqê jî bilindkirina ala Kurdistanê li ser Kerkûkî yasayî ye. Wek çawa Pêşmerge Şingal rizgar kirin, wisa Kerkûk jî ji çeteyan parastin. Nêzîk dê hemû navçeyên Kerkûk û Şingalê bên rizgarkirin û dê ew herdu bajêr vegerin ser Herêma Kurdistanê.”




