Serokatiya Kurdistanê: Bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî û normal e

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê daxuyaniyek da û ragihand, jixwe alaya Kurdistanê ji mêjve li Kerkûkê hatiye bilindkirin ji ber wê jî nabe zêde were mezinkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser bilindkirina alaya Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:
“Bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û normal e û ne babetekî nû ye, her wekî çawa bilindkirina alaya Iraqê li Kerkûkê yasayî û normal e. Jixwe piştî rûxana rêjîma berê li sala 2003 û bi taybetî jî piştî hatina DAIŞê alaya Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her wê alayê jî Kerkûk ji gef û êrişên terorîstan parastiye.
Ji bo wê yekê pêwîst bi wê yekê nake ev babet gelek bê mezinkirin û bibe sebeba derketina aloziyê û nerazîbûna gelên deverê.
Nabe ti kes jî wê mijarê bo merama xwe ya siyasî û taybetî bikar bîne. Her wekî çawa alaya Kurdistanê û Pêşmerge Kerkûkê parast, pêwîst e çanda pêkvejiyan û biratî ya di navbera pêkhatên Kerkûkê de bê kûrtirkirin û parastin.”




