26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS xwe amade dike xwepêşandanek mezin li dijî PKKê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li kurdên ku li Ewropa dijîn, kir li dijî PKKê xwepêşandan bikin.

ENKS xwe bo xwepêşandaneka mezin li dijî PKKê amade dike. Nûnertiya ENKSê li Almanya di daxuyaniyekê de bang li kurdên ku li Ewropa dijîn, kir roja şemiyê (1 Nîsanê) li wîlayeta Bavariya ya Almanya li dijî zilm û zora PKKê xwepêşandan bikin.

Nûnertiya ENKSê her wiha daxwaz ji hikûmeta Almanya kiriye piştgiriya gelê kurd û vegera Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê bike.

Ev demek dirêj e PKK/PYDê dest bi girtin, lêdan, girtin û şewitandina ofîs û avahiyên ENKS û partiyên din yên Rojavayê Kurdistanê kiriye û heta niha jî didome. 

Nûçeyên têkildar