Şingal- 300 çekdarên PKKê tevlî Pêşmerge bûne
__2017_03_26_h17m59s44__HK.png)
Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî dibêje, cudabûna çekdaran ji PKKê berdewam e û heta niha zêdetirî 300 çekdarên wan veqetiyane û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina çekdarên YBŞê bo nava Hêzên Pêşmerge berdewam e û roj bi roj ew hejmar zêdetir dibe, bi awayekî ku rojane 10 heta 20 çekdarên YBŞeya ser bi PKKê ve tên û tevlî Hêzên Pêşmerge dibin. Em wek Hêzên Pêşmerge jî me komîteyek avakiriye û em pêşwaziyê li wan dikin.”
Sîteyî wiha got: “Ji dema ku me deriyê xwe ji wan xelkê Şingalê yên di nava PKKê de vekiriye, heta niha 300 çekdar hatine cem me û bûne Pêşmerge. Herwiha biryar e em perwerdeya leşkerî bidin wan û em hêzekê ji wan ava bikin. Beşek mezin ji wan Êzdî ne û naxwazin bibin qurabanî siyaseta PKKê û bi tawanên PKKê bên girêdan.”




