Zaxo roja alaya Kurdistanê sax kir
Bi çavdêriya Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8 ê Partî rêwresmên saxkirina roja alaya Kurdistanê hate saxkirin.
Duhî 17/10/2012 li bajêrê Zaxo roja alaya Kurdistanê bi çend çalakiyên cuda saxkir ku ji wan çalakiyan li qutabxaneyên Zaxo bi rê û resmên ji hejî alaya Kurdistanê ji layê qutabiyan ve hate bilinkirin û korekê hozanxwendinê bo komeka hozanvanên Zaxo hate rêkxistin û fîlmekê dîkomêntî lidor alaya Kurdistanê li hola bajêrvaniya Zaxo hate sazkirin ji layê nivêsîkgeha rewşenbîrî û ragehandina liqê 8 ê Partî û paşan li demijmêr 12 ê nîvero alaya Kurdistanê li çiwariyana Barzan hate bilinkirin.




