Sinûn- 300 malbatên Xanesorê ji tirsa PKKê newêrin vegerin malên xwe

Sinûn-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo dibêje, ji tirsa PKKê 300 malbatên Xanesorê koçberî ser Çiyayê Şingalê bûne û newêrin vegerin malên xwe.
Nayif Seydo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyera Xanesorê ku çekdarên PKKê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, hejmareke malbatên Sinûnê û zêdetirî 300 malbatên din ên Xanesorê careke din koçber bûn û çûn ser Çiyayê Şingalê. Xelkê Sinûnê hemû vegeriyane û Hêzên Pêşmerge wan diparêzin, lê xelkê Xanesorê ji ber ku PKK li bajarokê wan e, 1 malbat hêj venegeriyaye û newêrin vegerin û heta ku PKK li wir be jî venagerin.”
Seydo wiha got: “Xanesor mezintirîn komelgeha Şingalê ye û berê 31 hezar kes tê de bûn, lê niha hezar kes venegeriyane wir û heta PKK li navçeyê be ew naxwazin vegerin ser malên xwe, ji ber PKK wek metirsî li ser jiyana xwe dibînin.”




