26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Akademîstên Başûr: Nabe PKK destê xwe bixe nava karûbarê me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Navenda Ayinde bo Lêkolînê Ehmed Wertê dibêje, nabe PKK destê xwe têxe nava karûbarê Herêma Kurdistanê û divê ji Şingalê derkevin.

Ehmed Wertê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew hêzên ku ji derve hatine Başûrê Kurdistanê divê rewşa me ji hemû aliyan ve liberçav bigirin. Divê PKKê rewşa Başûr a taybet li ber çav bigre û destê xwe nexe nava karûbarê Başûrê Kurdistanê de. PKK li cihê xebata xwe bi çi awayekî daxwaza mafê Kurdan dike azad e, lê li Başûrê Kurdistanê em daxwaza mafê xwe yê çarenivîsazê dikin û me ev yek di destûra Iraqê de jî pejirandiye.”

Wertê wiha got: “Pêwîst e PKK zanibe ku ev herêma me wek statyoyekê ye û ne jî wek partiyeke siyasî. Nabe PKK alozî û pirsgirêkan ji Başûrê Kurdistanê re derxîne. Eger di demekê de em hewceyî wan bûn, niha êdî pêwîst e ji navçeyên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî ji Şingalê derkevin. Em spasiya wam dikin ku alîkar bûne bi me re. Me dît çawa Pêşmerge çûn Kobanî û piştre di cih de vegeriyan, divê PKK jî wisa bike.”
 

Nûçeyên têkildar