“PKK gefê li malbatên Pêşmergeyên Roj dike..Xizmeta neyaran dikin”

Hewlêr-KDP.info- Endamekî PDK-Sê dibêje, neyarên Kurdan PKKê han didin ku tevlihevî û xerabiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê çêbikin. Endamekî ENKSê jî dibêje, piştî şerê Xanesorê çekdarên PKKê gefê li malbatên Pêşmergeyên Roj dikin.
Endamê PDK-Sê Arif Ruşdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger PKK xwe wek partiyeke Kurdî bide naskirin pêwîst e dest ji wan karên xwe yên xerab berde û biçin li Bakurê Kurdistanê ku cihê xebata wan e, li wir karê xwe bikin û wê demê dê hemû Kurd piştevaniya wan bikin, ku niha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûne bela serê Kurdan. PKK dema astengiyan li pêşiya Hêzên Pêşmerge derdixe tenê xizmeta dagîrker û neyarên Kurdistanê dike, ku neyarên Kurdan PKKê han didin ku tevlihevî û xerabiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê çêbikin.”
Hevdem Endamê ENKSê Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê dest bi gefê li malbat û kesûkarên Pêşmergeyên Roj kirine û ji war re gotine eger zarokên we dest ji Pêşmergayetiyê bernedin emê destê xwe deynin ser malên we. PKK netenê 1 milyon Kurd ji Rojavayê Kurdistanê derxistiye, lê belê dixwaze Kurdên ku mane jî derkevin û Ereban li cihên wan deynin.”




