Hevpeymanîya Şî'eyan daxwaza guherîna Osama Nuceyfî dike

Li hember pêkolên tên kirin ji bo guharîna " Nûrî Malikî ", hevpeymanîya Şî'eyan daxwaza guherîna serokê parlîyamenta Iraqê " Osama Nuceyfî " dike.
Li gorî malpera " ElsomerîyyeNews" li ser zarê jêderekî bilind a hevpeymanîya niştimanîya Şî'eyan weha da xuyakirin, ku hemû pêkhatin nava hevpeymanîya niştimanî, ji bilî alîyê Sedr daxwaza lîsteya El-Iraqîya dikin ku kesekî din li cihê " Osama Nuceyfî " dabinin ji ber ku Nuceyfî posta xwe bo alozkirina arîşe û qeyranên Iraqê bi kar anîye.
weha jî da nîşandan, ku Nuceyfî pişt daye bihaya niştimanî û encîndeyên derekî cihbicih dike.
Herweha got, destûra Iraqê derfeta guherîna serokê parlîyamenterê daye.
Ev helwêsta han jî hevdeme digel berdewambûna pêkolên alîyên sîyasîyên Iraqê bo dûrxistin û guherîna "Malikî", herweha jêderên hevpeymanîya niştimanîya Şî'eyan weha jî ragihandin e ku ew ti carî li ser guherîna " Malikî" razî nabin.




