Hikûmeta Kurdistanê derbarê Helebçe 4 biryar derxist

Hewlêr-KDP.info- Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê biryar da ku parêzgeha Helebcçyê bibe xwediyê bûdçeyeke serbixwe.
Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê 4 biriyar derbarê Helebçe de derkirin.
Iro Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civiya û kirîzên parêzgeha Helebçeyê yekem karnameya civînê bû û tê de çar biriyar derbarê Helebce derkirin ku pêkhatine ji rasparda Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo şandina navên berbêjêran ji bo avakirina encûmena parêzgeha Helebcçyê.
Di civîna îro Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê de biyarên derbarê parêzgeha Helebcçyê de hatine dayîn ev in:
1. Di çarçoveya rêkeftina partiyên siyasî ya 12ê Adarê pêkanîn de ferman hat dayîn ku divê Wezareta Karên Navxweyî, navên nûnerên ji bo encûmena meclîsa parêzgehê hatine destnîşan kirin, ji bo pesendkirinê ji Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê re bişîne.
2. Biryar hat dayîn ku parêzgeha Helebçeyê bibe xwediyê bûdçeyeke serbixwe.
3. Rêveberiyên li Helebceyê hê jî dest bi erka xwe nekirine wezaretên peywindar dê derbarê wan de sepandinên pêwsît bike.
4. Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sincarî ji bo ku saziyên wekî nifûs, pasaport û ewlekariyê yên Helebcçyê ji parêzgeha Silêmaniyê veqetin û Helbceyê bêne avakirin dê bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê re bikeve peywendiyê.
Parêzgeha Helebceyê ku berê navçeya Silêmaniyê bû, tevî ji aliyê parlamentoya Iraqê ve weke parêzgeh hatiye destnîşankirin lê budçeya wê ya serbixwe nîne.




