Xelkê Helebçe şanaziyê bi parêzgehbûna bajarê xwe dikin..Daxwazek wan heye

Helebçe-KDP.info- Çalakvan û rojnamevanên Helebçeyê dibêjin, baştirîn biryar ku xelkê Helebçe şanaziyê pê bikin, biparêzgehbûna bajarê wan e. Herwiha daxwazek wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku zêdetir xizmeta parêzgeha wan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 13-3-2015 bi fermî biryara biparêzgehbûna Helebçe da û êdî Helebçe bû parêzgeha 5emîn a Başûrê Kurdistanê.
Mezher Elî, çalakvanê civaka medenî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî raperîna sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê Hikûmeta Kurdistanê û xelkê Helebçe karîn jiyanê vegherînin wî bajarê wêran. Herwiha piştî rizgarkirina Iraqê jî avedankirina Helebçe destpê kir, lê ew avedanî ne li gorî dilê xelkê Helebçe bû. Roja ku biryara bi parêzgehbûna Helebçe hat derxistin, ew roj xweştirîn roja xelkê Helebçe bû û hemûyan bi dilekî xweş pêşwazî li wê biryarê kirin. Em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku zêdetir xizmeta parêzgeha Helebçe bike.
Soran Helebçeyî, Berpirsê Cîgirê Encumena Rêxistinên Helebçe ji malpera KDP.info re ragihand: “Helebçe sembola qurbandîdana neteweya Kurd e. Lê îdareyên Helebçe nikarîbûn wek pêwîst xismeta Helebçe biln. Tişta ku heye tenê çend proje ne ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdisanî ve hatine vekirin, lewma jî em daxwaz ji Serokê Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê dikin ku zêdetir xizmeta Helebçe bikin û wê bajêrî avedan bikin. PDK xizmeteke mezin pêşklşî devera Helebçe kiriye.”
Aras Abid Çîgirê Serokê Konelgeh Kîmyabarana Helebçe jî wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê û rêxistinên li Helebçe karîne gelek malbatên şehîdan bi xanî bikin.”




