26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS bo Alîgirên xwe li Ewropa: Li dijî PKKê xwepêşandanan bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Ewropayê daxwaz ji hemû alîgirên xwe li Ewropayê kirin ku, li dijî kiryarên PKK li Rojavayê Kurdistanê derkevin û tevlî xwepêşandana roja Yekşema bê bikin.

Îro, Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Ewropayê daxuyaniyek belav kirin û tê de amaje bi kiryarên PKKê li hemû bajarên Kurdistana Rojava ji girtin serkirdeyên ENKS û şewtandina ofîsan kir, herwiha daxwaz ji hemû alîgirên xwe li Eropayê kirin ku, roja Yeşema bê derkevin xwepêşandanan.

Di daxuyaniya Nûneratiya ENKS de jî hat ku, kiryar û siyaseta PKKê herwiha rênedana wê ji Hêzên Pêşmergeyên Rojava re siyaste û ecindeyên Şamê Tehranê cîbecî dikin.

Duh, Asayîşa PKKê ofîsên ENKS li bajarên Kurdistana Rojava bi qûfla sor girtin û piştî wê jî bi bombeyên vedeng teqandin. Di heman demê de berpirsên ENKS li bajarê Dêrikê binçav kirin.

Nûçeyên têkildar