26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî ji bo Roja Ala Kuridtsanê: Wek Pêşmergeyekê dê Giyanê Xwe bo Ala Kuridtsanê Bext Bikim

Çavkanî: KDP.info

Bi boneya roja Ala Kurdistanê, îro serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşand û tê de ragihandiye, ku heta ew bimîne dê pêşmerge be û herwisa amade ye ji bo parastina ala Kurdistanê, giyanê xwe bext (qurbanî) bike.

 

Îro dûşembe Mesûd Barzanî serokê herêma Kuridstanê li ser pêgeha taybetîya xwe ya li ser tora internetîya Facebookê peyamek bi boneya roja Ala Kurdistanê belav kiriye û tê de wek erkeke neteweyî daxwaz ji dezgehên fermî û hemû xelkê Kurdistanê dike ku bi rêz ve evê bîranînê bikin ku hêjayî ewê xwînê be ku nivş bi nivş ji bo berz ragirtina vê hatiye bexşîn.

Eva xwarê jî naveroka peyama serok Barzanî bi boneya roja Ala Kurdistanê ye:

Îro roja Ala Kuridstanê ye ku bo yekemcar di rojeke wiha de li Koamra Kurdistanê li bajarê xoştevîyê Mihabadê hate hildan, gişt şoreşên Kurd di jêr evê Alayê û di pênaw azadîya hildana vê de çê bûne û deryayek xwîn jî ji bo hatiye bexşîn.

Hemîşe (herdem) ewe di bîra me de ye ku çawan Pêşewa Qazî Muhemed ev Ala bi emanet daye deztê Barzanî, ez bi xwe jî di jêr evê Alê de hatime dunyayê û heta mabim jî, pêşmergeyê parastina evê Alê me û amade me di pênaw vê de giyanê xwe bext bikim.

Ala ji sembolên herî pîroz û bilindên netewe ye bo komkirina hemû xortan û derkevtina vê di hemû kor û kombûnên neteweyî û niştîmanî de, li ser evê bingehê jî parlemana  Kurdistanê biryar da roja 17/12 a hemû salekê wek roja Ala Kurdistanê bihê destnîşankirin.

Wek erkeke neteweyî daxwaz ji hemû dezgehên fermî û hemû xelkê Kurdistanê dikim ku bi rêz ve evê bîranînê bikin ku hêjayî evê xwîna rengîn û al alî be ku bo bilind ragirtina vê, nivş bi nivş bo hatiye bexşîn.

 

Nûçeyên têkildar