“Mana PKK li Şingalê dijminayetiyeke eşkere ye”

Dihok-KDP.info- Çavdêrê siyasî û paralemanterê berê yê Iraqê Mueyed Teyib dibêje Herêma Kurdistanê xwedî serweriya xwe ye û nabe ti hêzek bê razîbûna Hikûmeta Kurdistanê axa wê dagîr bike, lê dîsa jî Hikûmeta Kuridstanê dixwaze bi aştiyane vê arîşeyê çareser bike.
Wî siyasetmedarê Kurd ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê xwedî serwerî ye û her hêzek bê ser axa wê jî wek dagîrker tê dîtin. Divê hemû hêzên navçeyê rêzê ji serweriya axa Kurdistanê re bigrin, nexasim jî hêzên Kurdî, ku wek erkekî neteweyî pêwîst e ew ji hemûyan zêdetir rêzê ji serweriya Kurdistanê re bigirin.”
Mueyed Teyib wiha got: “Eger PKK bi biryara xwe ji Şingalê venakşe, ew yek tiştekî şaş e û eger jî bi biryara xelkê venakşe, ew yek tiştekî pir kirêt e. Çawa PKK li ser xwe qebul dike ku bibe darê destê dijminê Kurdan?.”
Wî parlemanterê berê yê PDKê wiha domand: “Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide ku bi riya aştiyane arîşeya PKKê li Şingalê çareser bike, da ku devera Şingalê aram bimîne û rêxistinên biyanî û welat bikaribin destê alîkariyê pêşkêşî Şingalê bikin. Hebûna hêzeke biyanî mîna PKKê li Şingalê wek dijminayetiyeke eşkere ye ji Şingalê re û dikeve berjewendiya dijminan de.”




