PKKê zarokan û Erebên Sûriyê anîne ser Xanesorê

Şingal-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge Emîd Simê Boselî dibêje, piştî ku PKK demekê xwe amade kir, îro çeteyên wan zarokên Rojavayê Kurdistanê û Erebên Sûriyê kom kirin û anîn ser Xanesorê û êrişî çeperên Pêşmerge kirin.
Emîd Simê Boselî Cîgirê Fermandarê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku roja 3ê vê mehê PKKê alîgirên xwe û Erebên Sûriyê û kampa Newrozê anîn ser sînorê Xanesorê, îro danê sibehê jî ew xelkên ku piraniya wan Ereb in û zarok û jinên Rojavayê Kurdistanê di nava wan de ne, ew anîne ser çeperên Pêşmerge û xelkê han didin ku tevliheviyê û kuştin û bînin navçeyê.”
Boselî wiha got: “Karê PKKê tenê ew e ku alozî û tevliheviyan bîne Şingalê û naxwazin Şingal bê avedankirin, ku hatine navçeyê û xwe bi ser xelkê de feriz kirine zilmê li xelkê dikin.”
WÎ fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Rewşa navçeyê aram e, ji ber ku em wek wan nakin.”




