26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çekdarên PKKê 100 gundên Sîdekanê dagîr kirine..“PKK bûye bela serê me”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Welatiyên devera Sîdekanê ya ser sînorê Başûrê Kurdistanê dibêjin, PKK bûye bela serê me û çedarên wê nahêlin xelk vegerin ser gund û warên xwe. Rêveberê Sîdekanê jî dibêje, ji ber PKK 100 gundên wê deverê bê avedanî mane.

Yek ji welatiyên Sîdekanê bi navê Qadir Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li navçeyê jiyana welatiyan têk daye. Her roj pirsgirêkekê ji me re derdixin û nahêlin em vegerin ser mal û warê xwe. Herwiha ji ber wan jî balafirên Tirkiyê li erd û gundên me didin û ji ber vê yekê jî xelkê me şehîd û birîndar bûne û êdî xelk ditirsin ku vegerin ser mal û warê xwe. Em daxwaz ji PKKê dikin ku navend û baregehên xwe ji gundên me dûr bike, da ku em vegerin ser malê xwe.”

Welatiyekî din bi navê Reşad Umer jî dibêje: “Ji ber hebûna PKKê û bombebarana Tirkiyê, ev 20 sal e ku em ji gundê xwe derketine û em koçber bûne. Eger PKK ji wir derkeve û Hikûmeta Kurdistanê gundên me avedan bike, emê vegerin ser mal û erdê xwe û emê destê bi karê pez û çandiniyê bikin û dê rewşa me jî baş bibe.”

Rêveberê Nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji malpera KDP.info re ragihand: “257 gund li sînorê nahiyeya Sîdekanê hene û ji ber PKKê ji wan gundan, 100 gund nehatine avedankirin û çekdarên PKK qet nahêlin ku destê avedaniyê bighê wan gundan. Nahêlin xelk vegerin gundên xwe, yên ku nêzîkî wir dibe bac û gumrikan ji wan distîne. Em daxwaz ji PKKê dikin ku ji navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê derkevin û herin li Bakurê Kurdistanê xebata xwe bikin.”

Nûçeyên têkildar