PDK-S: PKK berjewendiya dagîrkeran cîbicî dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl dibêje, bi wan çekeên ku ji rêjîma Sûriyê wergirtine, PKK berdewam e li ser gev û êrişên xwe li ser gelê Kurd û ev yek jî xizmeta dijminên Kurdan dike.
Mihemed Îsmaîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî pûyera Xanesorê, PKK û alîgirên xwe li Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa ser PDK-S û ENKSê kirin û ew êriş û revandina endam û serkirdeyên me hêj jî berdewam dike. Ofîsên me hemû şewitandin. Hejmareke mezin ji serkirdeyên me avêtin binê zindanan.”
Sekreterê PDK-Sê wiha got: “Ji ber ku rêbaza me, rêbaza Barzanî ye û em ji bo kurdayetiyê xebatê dikin, PKK êrişî me dike û me wek metirsiyê li ser xwe dibîne. Wan rahiştiye çekên rêjîma Sûriyê û bi wan çekan êrişî miletê me dikin.”
Mihemed Îsmaîl wiha domand: “PKK ji aliyê îdarî ve jî hatiye şikestin. Ciwan û Kurd di Rojavayê Kurdistanê de nehiştine. Miletê me pir ji wan dilgiran in, lê xelk ji wan ditirsin. Çekdarên Qendîlê hatine û bûne berpirsê hertişî û ferman tenê di destê wan de ye. Tişta ku PKK dike ti berjewendiya gelê Kurd tê de tune ye û tenê xismeta rêjîma Sûriyê dikin û ejîndayên dagîrkeran cîbicî dike.”




