PDK û Zehmetkêşan rewşa navxwe û navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe de ligel şanda Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê de, Sekereterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştevaniya partiya xwe bo her hewlekê ji bo xavkirina aloziyan û jihevnêzîkirina nêrînan û çareserkirina nakokiyan, nîşan da.
Îro Dûşemê li avahiya Polîtburoya PDKê, Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li şandeke Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê rewşa siyasî û darayî û ewlehî û pêşhatên dawî yên navçeyê û Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, kirin.
Heriwha Sekreterê Polîtburoya PDKê tekez kir ku partiya wî tekez li ser yekrêzî û helwesta nişîmanî di navbera hemû aliyên Kurdistanê de dike, ew jî wek bingeheke girîng ji parastina destkeftên gelê Kurdistanê re bo bi destxistina armancên rewa.
Herdu aliyan tekez kirin ku divê Kurd ha ji hestyariya rewşê û ev guhertinên ku li navçeyê çêdibin, bibin û rewşa xelkê liberçav bigirin û bi gotûbêjan pirsgirêkan çareser bikin û yekrêziya di navbera aliyên siyasî de bê parastin.
Mîranî piştevaniya PDKê bo her hewlekê ji bo xavkirina aloziyan û jihevnêzîkirina nêrînan û çareserkirina nakokiyan diyar kir û hêvî xwest ku hewlên çareseriyê berdewam bibin.




