26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bizava Îslamî û Sosyalist: Bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- 2 endamên serkirdatiya herdu partiyên Bizava Îsamî ya Kuridstanê û Partiya Sosyalist a Kurdistanê daxwaz ji PKK dikin ku ji axa Başûrê Kurdistanê vekişe.

Elî Hacî Zelmî Endamê Serkirdatiya Bizava Îslamî ji malera KDP.info ew ragihand: “Başûrê Kurdistanê xwedî hikûmet û paralemento û serwerî ye, lewma jî divê partiyên perçeyên din ên Kurdistanê rolekê di aramiya Başûrê Kurdistanê bibînin. Cihê çavkanî û xebata PKKê Bakurê Kurdistanê ye. PKK li her çarperçeyên Kurdistanê partiyên çekdarî û siyasî bi navên cuda awa kiriye, ku welatên herêmê li pirşt wan pêngavên PKKê ne, ju PKK xizmeta dijminan dike û pişta xwe dide Kurd û Kuridstanê. PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e, lê sucê hin aliyên siyasê yên Herêma Kurdistanê ye ku li hemberî binpêkirinên PKKê bêdeng in.”

Ji aliyî xwe ve, Endamê Serkirdatiya Partiya Sosyalist Adil Mela Salik ji malpera KDP.info re ragihand: “Gerek PKK çav li Hêzên Pêşmerge kiribal, ku çawa ew çûn Kobanî û piştî rizgarbûna wî bajêrî di cih de vegeriyam. Pêwîst e PKK rewşa siyasî û çekdarê ya Başûrê Kurdistanê li ber çav bigire û êdî çekdarên xwe ko Şingalê derxîne. Karê şax û çekdarên PKKê tenê ew e ku zarokan birevîninş û wa n çekdar bikin, ku bi van kar û kiryarîm PKKxizmeta welatên herêmê dike.”
Attachments area
 

Nûçeyên têkildar