Çavdêrekî siyasî: Çeteyên PKKê bi hovîtî êrişî ENKSê dikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Çavdêrekî siyasî ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, çeteyên PKKê bi awayekî hovane li Rojava êrişî ser ofîsên ENKSê kirine.
Sebrî Xefar, çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di nava çend rojên borî de çeteyên PKKê êriş kirine ser gelek ofîs û navendên ENKSê û şewitandine. Li hemû Rojavayê Kurdistanê ENKS di bin guvaşeke mezin de ye.”
Wî çavdêrê siyasî wiha got: “PKK li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriyeke mezin birêve dibe. Azadiya siyasî binpê dike. Lewma jî xelkê Rojavayê Kurdistanê hemû ji mal û warê xwe koçber bûne.”




