PKK Êzdiyan ji kurdbûna wan dûr dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dibêje, Kurdên Êzdî di şoreşên Îlon û Gulanê de beşdar bûne û şanaziyê bi kurdbûna xwe dikin, lê PKK hewl dide ku wan ji Kurdbûna wan dûr bixe.
Endamê ENKSê Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi giştî û Hêzên Pêşmergeyên Roj li Başûrê Kurdistanê bergiriyê li şeref û keremat û axa Kurdistanê dikin, lê PKKê çendîn girûp ava kirine û her girûpek ji wan ser bi welatekî ve ne û kes nizane ji kuderê hatine, ew nehatine axa Kurdistanê biparêzin û hatine rewşê aloz bikin û karên xerab û tevliheviyê bikin.”
Kawa Azîzî wiha got: “Kurdên Êzdî pêşmergeyên şoreşên Îlon û Gulanê bûn û berdewam şanazî bi kurdbûna xwe dikirin, lê mixabin niha PKK ji wan re dibêje hûn nekurd in û ew kesên ku nêzîkî wan e, dibêjin em nekurd in. PKK hatiye Şingalê ku Kurdbûnê ji mejiyê xelkê Şingalê derxîne.”
Azîzî wiha domand: “Beriya 35 Kurdên Bakur nizanîbûn bi Tirkî biaxivin, lê niha û ji ber siyasetên PKKê bi hezaran Kurdên Bakur nizanin bi Kurdî biaxivin. Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî, nahêlin Pêşmergeyên Rojhilat vegerin û li ser axa xwe xebatê bikin, herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî nahêlin Pêşmergeyên Roj vegerin û parastina axa xwe bikin, lewma jî PKK xizmeta dagîrkeran û dijminên Kurdan dike.”




