Çavdêr: Ne PKK û ne jî hemû welatên herêmê nikarin rê li serxwebûnê bigrin
__2017_03_09_h15m31s56__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Çavdêrên siyasî û rojnamevan amaje bi wê yekê dikin ku PKK bi alîkariya hinek welatên herêmî dixwaze Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetîne û pilanên dagîrkeran cîbicî bike, lê ew yek jê re naçe serî.
Zikrî Ehmed, çavdêrê siyasî, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 2 sal e ku PKK kar ji bo veqetandina Şingalê ji Herêma Kurdistanê dike, ji bo wê yekê jî di navbera PKK û hinek aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bernameyek hebû, ku heta niha jî ew bername heye û dixwazin li dijî ezmûna Herêma Kurdistanê rawestin û pilanan bikin, lê ew yek ji wan re naçe serî û Şingal nayê veqetandin û nabe kanton. PKK karesata Şingalê di berjewendiya xwe de bikar anî. Ciwanên Şingalê, çi kur bin û çi jî keç bin û nexasim ên xwende, birin Rojavayê Kurdistanê û di kampên xwe de bi perwerde û edyolojiya xwe mejiyê wan şûştin û careke din ew anîn Şingalê û navek li wan kir, da ku şerê Herêma Kurdistanê bike bi wan zarokên Şingalê.”
Rojnamevan ji Soran, Xidir Selîm jî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK ligel hinek welatên navçeyê dixwaze guvaşê li Şingalê bixe ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe, lewma jî dixwazin li şûna Kurdistanê mijûlî pêngavên serxwebûnê be, têkeve nava aloziyên navxwe de. PKK jibilî gihandina ziyanê bi doza gelê Kurd, ti sûdek negihandiye Kurdistanê. Lê ne PKK û ne jî hemû welatên herêmê yên dagîrker nikarin rê li pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigrin, ji ber ku êdç veger ji wê biryarê re tune ye.”
Xidir Selîm wiha domand: “Piştî hatina terorîstên DAIŞê bo Şingalê, hinek aliyên siyasî mîna PKKê lingê xwe avêtin nava Şingalê û niha êdî naxwazin ji Şingalê derkevin. Em wek Kurd erkek e neteweyî ye ku em alîkariya hev bikin lê nabe am axa hev dagîr bikin. Dema Kobanî ket bin destê DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî rizgar kirin û piştre di cih de vegeriyan. Lewma jî pêwîst e PKK ji war fêr bibe û ji Şingalê derkeve û dest ji revandina keç û zarokên Êzdiyan berde.”




