Nûneratiya ENKSê li Berlînê hat vekirin

Almanya-KDP.info- Nûneratiya fermî ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li paytexta Almanya Berlînê hat vekirin û bi amadebûna hejmareke dîplomatkarên almanî, hewlên ENKSê bilind hatin nirxandin.
Îro 9-3-2017, bi amadebûna Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa Dilşad Barzanî û Berpirsê Karûbarên Pirsên Rojhilata di Wezareta Derve ya Almanya de Navîn Andryas Kruger û Nûnerê Balyozxaneya Amerîka li Berlînê, nûneratiya ENKSê li Berlînê hat vekirin.
Îbrahîm Biro Serokê ENKSê, ku di wê merasîmê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev yek pêngaveke pir mezin e di warê dîplomatîka ENKSê de, ku me nizanîbû dê wisa pêşwazî li me bê kirin. Heriwha li ser hewlên me bo civakeke demokrat, destxweşî li me hat kirin.”




