Şirovekarên siyasî: PKK pilaneke herêmî li dijî Şingalê cîbicî dike

Hewlêr-KDP.info- Şirovekarên siyasî dibêjin, pilanekî herêmî li ser Başûrê Kurdistanê û Şingalê heye û ew pilan jî PKK cîbicî dike. Herwiha dibêjin, heta vê gavê jî em ti destkeftên PKKê bo gelê Kurd nabînin û tenê xizmeta dagîrkeran dike.
Samî Rêkanî, şirovekarê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK li Şingalê pilana welatên herêmî cîbicî dike û li Sûriyê jî destê wê di pilana li dijî Kurdan de heye. Divê PKK ji Şingalê derkeve, da ku xelk begerin ser warên xwe û êdî ew xelk biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û îdareya xwe bikin. Divê PKK di vegera Şingalê de bo ser Herêma Kurdistanê de hevkar be. Pilan li dijî Şingalê hene ku wê ji Başûrê Kurdistanê veqetînin û PKK jî wê pilanê cîbicî dike. Netenê li Şingalê ew pirsgirêk heye, lê belê li Kerkûk û hin navçeyên din jî ku PKK li wir heye, pilanên metirsîdar hene.”
Xelat Mûsa, Mamosteyê zanîngehê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK nexwedî biryara xwe ye û tişta ku jê tê xwestin, di cih de dike. Bi dirêjahiya dîroka xwe, PKKê bi hezaran ciwanîn Kurdan dane kuştin û tenê yek destkeft jî ji gelê Kurd re bi destve neanîne.
PKK tenê yek mebesta wê heye ku alozî û pirsgirêkên hemû dinyayê bîne Başûrê Kurdistanê. Bakurê Kurdistanê wêran kirin, demografiya Rojavayê Kurdistanê guhertin, ku ew yek di berjewendiya dijminan de ye, lê belê niha dixwazin Başûr jî wêran bikin.
PKKeya Qendîlê fermanê dide çekdarên xwe, lê biryara wan fermanan di destê wan welatan de ye ku berjewendiya wan ligel PKKê heye.”




