“Eger PKK li Xebatê digere bila biçe Bakurê Kurdistanê rizgar bike”

Mexmûr-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji devera Mexmûrê dibêje, çeteyên PKKê erdê hejmareke welatî û cotjarên Mexmûrê dagîr kirine û li xwediyê wan venagerînin.
Çavkaniyeke agahdar ji naba Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çeteyên PKKê rûbereke berfireh ji erdê cotyaran ji wan setendiye û rê nadin xwediyê wan ku biçin ser erdê xwe û çandiniya xwe tê di bikin, vê yekê jî dilgiraniyeke mezin li cem wan welatiyan çêkiriye, ji ber ku nanê xwe ji wî erdî derdixin, lê niha PKK ew erd kirine çeperên çeteyên xwe. Herwiha çekdarên PKKê ser çiyayê Qereçox çeperên xwe çêkirine û rê nadin xelkê Mexûmrê ku serdana wê navçeyê bikin.”
Heman çavkaniyê wiha got: “Dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya diyalogê daxwaz ji PKKê dikin ku êdî bela xwe nefroşin xelkê Başûrê Kurdistanê, lê ew dest ji karên xwe bernadin û ew qet pêbendî yasayên Hikûmeta Kurdistanê nabin.”
Derbarê vê yekê jî, Çavdêrê siyasî Azad Ebûbekir ji malpera KDP.info re ragihand: “Mebesta PKKê ew e ku xwe li Başûrê Kurdistanê bike xwediyê cih û kantonan li ser serê me ava bike, û ew cihên ku dagîr kirine, axa Başûrê Kurdistanê ne. Eger PKK li Xebatê digere bila biçe li 22 bajarên Bakurê Kurdistanê xebatê bike û Bakurê Kurdistanê rizgar bikin. Lê Bexda li Başûrê Kurdistanê li pişta PKKê ye û siyaseta wan cîbicî dike.”




