PKK destê xwe daniye ser 250 gundên Dihokê..Nahêlin xelk vegerin

Dihok-KDP.info- 250 gundên sînorê parêzgeha Dihokê din bin kontrola PKKê de ne û xelkê wê navçeyê dibêjin çekdarên PKKê nahêlin em vegerin ser mal û warên xwe û gundên xwe avedan bikin.
Rizgar Mihemed ku xelkê bajerokê Amêdiyê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Valakirina gundên Başûrê Kurdistanê piştî sala 1991ê destpê kirin. Gundên em beriya hatina PKKê avedan bûn û em nanê xwe ji karê li wir peyda dikir û herwiha me alîkariya Hikûmeta Kurdistanê jî dikir. Lê niha ji ber nebûna aramiyê, ew gund tenê bûne navendên PKKê.”
Xoşewî Qeyis, welatiyê wê deverê jî dibêje: “Gundê me dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê û ev zêdetirî 25 salî ye ku em koçber bûne û em li nava Amêdiyê bicîh bûne. Em nizanin çi bikin û dê kengî vegerin ser mal û gundên xwe. Gelek caran me hewl daye ku vegerin, lê PKK rê li vegera me girtiye. Eger gundên me hatibana avedankirin dê ji me re jî û ji Hikûmeta Kurdistanê re baştirba, lewma jî em daxwaz ji PKKê dikin ku ji gundê me derkeve û vegerin Bakurê Kurdistanê.”
Rizgar Sidîq, Serokê Komîteya Dîvdeçûnê di Ziyanên Bombebarana Tirkiyê li ser navçeyên Kurdistanê di Encumena Parêzgeha Dihokê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “250 gundên Dihokê di bin kontrola PKKê de ne û tenê li Amêdiyê 190 gund hatine valakirin û ew gund avedanî nedîtine. Çekdarên PKKê xêr û bêra wan gundan ji xwe re dibin. Em berdewam dibêjin ku heta çekdarên PKKê li wê deverê bin dê bombebarana balafirên Tirkiyê li ser wan gundan berdewam be, lewma jî welatî daxwaz ji me dikin ku PKK ji gundên wan derkevin.”




