Parlemanterê Êzdî: PKK ji DAIŞê xerabtir aniye serê Şingalê

Şingal-KDP.info- Nûnerê Kurdên Êzdî di Parlamentoya Kurdistanê de, dibêje PKK ji DAIŞê xerabtir aniye serê xelkê Şingalê, ji ber ku ew Erebên ku destê wan di karesata Şingalê de hebûn, anîne navçeyê û kirine xwediyê deselat li ser me.
Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK Ereban tîne Xanesorê û navçeyên din ên Şingalê, ku destê wan Ereban di karesata li ser xelkê Şingalê de hebûye, ku niha bûne çekdarên PKKê û di nava refên wan de kar dikin.”
Nûnerê Êzdiyan wiha got: “PKK dijî vegera Şingalê ye bo ser Herêma Kurdistanê ye. Berdewam zarokên Êzdiyan direvînin, lewma jî xelk newêrin vegerin ser mal û warên xwe. DAIŞê jî ev yek nanî serê xelkê Şingalê.”




