26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PKK dagîrker e..Zarokan dixapînin..Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê wan derxîne”

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Nivîskar û pisporê karûbarê girûpên tundrew Soran Sêwekanî dibêje, li gorî hemû yasayên dunyayê, hebûna PKK li Qendîl û Şingalê dagîrkerî ye, ji ber ku ew biyanî ne û hatine axa Başûrê Kurdistanê dagîr kirine, lewma jî pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê wan derxîne.

Li sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebçe û li îdareyên Germiyan û Raniye, PKK çendîn navendên xwe yên hizbî ava kirine. Zarokan dixapînin û bi navê şoreşgêriyê wan dibin Rojavayê Kuridstanê û Qenîlê û mejiyê wan dişon. Qet îtîrafê bi ala Kurdistanê nakin û guh nadin yasayên Hikûmeta Kuridstanê û dezgehên wê.

Derbarê vê yekê de, Soran Sêwekanî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK zarok û ciwanên di bin 18 salî de dixapînin û wan tevlî xwe dikin, ku li gorî qanûnên navdewletî ev yek dikevin bin warê tawanên şer. Ew karên neyasayî dikin, lewma jî pêwîst e Hikûmeta Kuridstanê PKK ji Başûrê Kurdistanê derxîne, ji ber kar û kiryarên PKKê heman kiryarên terorîstên DAIŞê ne.”

Sêwekanî wiha got: “PKK hêzeke biyanî ye û serweriya axa Kurdistanê binpê dike. Li gorî hemû yasayên dunyayê, PKK dagîrker e, lewma jî ji mafê Hikûmeta Kurdistanê ye ku PKKê ji Başûrê Kurdistanê derxînine.”

Nûçeyên têkildar