Gultan Kişanak: Siyaseta Turkiyê ya li Sûriyê li dijî Kurda ye

Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê Gultan Kişanak ragihand ku, pêwîste em li dijî wê şerê li ser bîngeha mezhebî û navçeyî pêşve diçe bisekenin. Her weha Kişanak bal kişand ku ew operasyonên li hemberî Koma civata Gel (KCK)`ê tê encam dan ji bo dev xebata xwe berdin ku ev nêzîkî saleke bi ser rûdana Roboskê derbas bûye lê belê heya niha berpirsyarên wê rûdanê nehatine destgîr kirin.
Li gor rojnameya Radîkal Kişanak rexne li siyaseta Tirkiyê ya li hemberî Sûriyê girt û got: " Hikûmeta AKP`ê her ji destpêkê ve siyasetek şaş dayî ber xwe. Eger Sûriyê azad bibe û rêveberiyek demokratîk li wî welatî drust bibe, gelê Kurd jî li Kurdistana Sûriyê mafê rêveberiya serbixwe bi dest dixe, her weha meşandina siyasetekî li dijî wê rewşê bi wateya regezperestiyêye, siyaseta hikûmeta Tirkiyê beramber bi Sûriyê siyasetekî li dijî Beşar Esed zêdetir li dijî Kurda ye."
Kişanak berdewam kir û got: " Em alîgirê yekîtiya gelên rojhilata navînin, ku têde hemû nasname û bîrûbaweriyên gelên rojhilata navîn azad bin û jiyanekî serbixwe bidest bixibin."




