25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heft partiyên Başûrê Kurdistanê: Bila PKK ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- 7 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê amaje bi çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî dikin û dibêjin bila PKK jî wek wan êdî ji Şingalê derkeve û vegere cihê ku jê hatiye.

Tevgera Îslamî: Bila PKK ji Şingalê derkeve

Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Ebdulah Wertê ji malpera KDP.info re ragihand: “Baştirîn çareserî ji aloziya niha li Şingalê re gotûbêj e û divê PKK taybetmendaiya Başûrê Kuridstanê liberçav bigre. Ev tişta ku niha li Başûrê Kuridstanê heye ezmûna Kurdistanê ye û parastina wê jî erkekî neteweyî û exlaqî û niştimanî ye û dikeve ser milê her Kurdekî li herçar perçeyên Kurdistanê. Wek partiya me, em dibînin ku ya baş ku PKK ji Şingalê derkeve, da ku xwîna Kurdan neyê rijtin.”

Yekgirtû: Divê PKK rêzê ji yasaya Kurdistanê re bigire û ji Şingalê derkeve

Endamê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Cemal Koçer ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê PKK berjewendiya giştî ya Herêma Kurdistanê li ber çav bigire, ji ber ku em di qonaxeke hestiyar de ne û em di qonaxeke çarenivîsaz de ne. Lewma divê aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê jî rewşa me liberçav bigirin. Divê PKK rêzê ji yasayên Kurdistanê re bigire û wek çawa Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî û dîsa vegeriyan, pêwîst e ew jî ji Şingalê derkevin.”

Komonîst: Divê PKK zanibe ku Êzdî dixwazin Pêşmerge wan biparêzin

Hendrên Ehmed Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê ew hêzên ku li ser axa Başûrê Kurdistanê ne, divê alîkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin û divê taybetmendiya Başûr biparêzin. Divê PKK û hêzên din jî zanibin ku xelkê Şingalê û Êzdî dixwazin tenê Hêzên Pêşmerge wan biparêzin û ew jî ji Şingalê derkevin.”

YNK: Pêwîst e Tirkiye û PKK ji Şingalê derkevin

Parlamenterê Iraqê yê YNKê Mehmûd Usman ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez pêşniyar dikim ku PKK ji Şingalê vekşe, herwiha hêzên Tirkiyê jî ji ser axa Iraqê vekşin û biçin li cihê xwe karê siyasî bikin û pirsên xwe yekalî bikin.”

Komel: Divê PKK destûr û yasayên Kurdistanê biparêze

Şiwan Raber, Biryarderê Encumena Siyasî ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e partiyên herçar perçeyên Kurdistanê rewş û taybetmendî û yasayên Başûrê Kurdistanê liberçav bigirin. Divê PKK deselat û destûr û yasayên Kurdistanê biparêze û wek çawa Pêşmerge çûn Kobanî û piştre vegeriyan, PKK jî bi rêkeftin ji Şingalê derkeve.”

Turkman: Divê PKK bilez ji Şingalê derkeve

Muna Qehwecî, Seroka Frakisyona Pêşkeftinê ya Çaksazî ya Turkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê PKK bilez ji Şingalê derkeve, ji ber ku bi mana wê alozî derdikevin û îdareya wê navçeya nikare karê xwe bike. Tişta ku PKK li Rojavayê Kurdistanê li dijî partiyên Kurdî dike, nayê qebulkirin û qet nabe li Başûrê Kurdistanê jî wan karan dûbare bike.”

Nûçeyên têkildar